Bo bijartina Papa pêvajoya Konklavê destpêkir

Bo bijartina Papa pêvajoya Konklavê destpêkir

PeyamaKurd – Piştî wefata Papa Francis, li Vatikanê pêvajoya bijartina Papayê nûh ku jê re dibêjin Konklav destpêkir. 133 kardînal li Vatikanê bo bijartina Papayê nûh li Sistina Şapeli'yê dest bi civînên xwe yên xef kirin. Wê dengdana ewilî ya pêvajoyê destpêbike.

Kardînalên Katolîkan ji her aliyê dinyayê li Vatikanê civiyan. Piştî sonda bi latînî ya bi navê ‘Mutlaq û Xefîtiya (Sirra) Ebedî’ xwarin, wê dest bi dengdana ewilî bikin.

Rêvebiriya bijartina Papa ji aliyê serpîskoposê Vatikanê Diego Ravelli de têkirin.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.