WHO: 16 mîlyon Sûriyî alîkariyê dixwazin

WHO: 16 mîlyon Sûriyî alîkariyê dixwazin

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku li Sûriyeyê nêzî 16 milyon kes hewcedarê alîkariyên lezgîn ên tendirustî û mirovî ne. 

Tedros Adhanom Ghebreyesus, rêveberê WHOyê, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da, ku alîkariyên dawî yên 3 milyon dolarî yên ji fona Neteweyên Yekbûyî ji zêdetirî 500,000 Sûriyan re alîkarî kirine, lê ev têrê nake. 

Wî daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin gelê Sûriyê da ku jiyana wan nekeve metirsiyê.

Ji aliyê din ve, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor ragihand ku ji ber kêmbûna alîkariyên darayî yên ji bo rêxistinên mirovî, 150 navendên tendirustiyê li Sûriyeyê hatine girtin, ku ev yek bandor li 4.4 milyon Sûriyan kiriye. 

Rêxistinê daxwaz kir ku alîkariyên aborî zêde bibin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.