Zelenskî ji Pûtin re: Em amade ne ji bo agirbesteke daimî danûstandinan bikin

Zelenskî ji Pûtin re: Em amade ne ji bo agirbesteke daimî danûstandinan bikin

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî bersiva banga Vladimîr Pûtîn da ji bo danûstandinên rasterast bi Ûkraynayê re ji bo bidawîanîna şerê 3 salan. 

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskî roja Yekşemê got ku şer ne di berjewendiya kesî de ye û ew amade ye ku bi Rûsyayê re agirbestekê bike, heta ji bo rojekê jî. 

Zelenskî got, 

“Em amade ne ku ji roja Duşemê, 12ê Gulanê pê ve, bi Rûsyayê re danûstandinan bikin da ku şer bi dawî bibe û li ser agirbestek daîmî li hev bikin.”

Zelenskî diyar kir, “Tevahiya cîhanê demek dirêj e bi fikar e ku em bi Rûsyayê re peymanekê çêkin da ku vî şerê wêranker biqedînin. Di vî warî de, em destpêşxeriya Pûtin a ji bo lidarxistina danûstandinên rasterast li ser agirbesteke daimî teqdîr dikin.”

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh, roja Şemiyê pêşniyara danûstandinên rasterast bi Ûkraynayê re di 15ê Gulanê de li Stenbolê kir.

Pûtîn got ku ew ê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re ji bo hevrêzkirina hevdîtinan têkiliyê dayîne.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.