Daxuyaniya Amerîkayê li ser rageşiya Hindistan-Pakistanê: Ne karê me ye

Daxuyaniya Amerîkayê li ser rageşiya Hindistan-Pakistanê: Ne karê me ye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de "ne karê wî ye" û ew ê destwerdanê neke.

Vance di bernameyeke ku beşdarî kanala Fox News bû de li ser rageşiya Hindistan-Pakistanê nirxandin kir.

Vance got ku ew dixwazin ku rageşî di zûtirîn demê de sivik bibe, lê ew "nikarin van welatan kontrol bikin", û ev rageşî "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê eleqedar nake" û ew ê mudaxeleyî vê rewşê nekin.

Vance got ku Amerîka nikare ti aliyekî neçar bike ku çekên xwe deyne, û got ku ew ji vê aloziyê nîgeran in û wê bi rêyên dîplomatîk vê mijarê bişopînin.

JD Vance hêvî kir ku rageşiya di navbera her du welatan de "nekeve şerekî herêmî yê berfirehtir an jî pevçûneke navokî."

 
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.