Lufthansa, seferên xwe yên bo Tel Avivê heya 18ê Gulanê da rawestandin

PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî ya Almanya Grûba Lufthansa ji ber êrîşên Hûsiyên Yemenê ku dikin ser Îsraîlê, seferên xwe yên bo Tel Avivê heya 18ê Gulanê da rawestandin. Rêwiyên ku ji biryarê zerarê dibînin wê rêyên alternatif bidin ber wan.
Husiyan di 4ê Gulanê de bi fuzeyên balistik li balafirgeha Îsraîlê ya bi navê Ben Gurionê xistibû û şîrketa Lufthansayê seferên xwe dabû rawestandin lê niha wê biryarê heya 18 ê Gûlanê dirêj kir.
Di nav grûba Lufthansa de, şîrketên Eurowings, Swiss, Austrian Airlines, Brussels Airlines û hwd. hene.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.




