Hindistanê 24 balafirgehên xwe heya 15ê Gulanê girt

Hindistanê 24 balafirgehên xwe heya 15ê Gulanê girt

PeyamaKurd – Hukumeta Hindistanê bi sedema pevçûna navbera Hindistanê û Pakistanê wexta girtina 24 balafirgehên xwe heya 15ê Gulanê dirêj kir. Ji ber girtina balafirgehan gelek seferên balafiran hatin betalkirin.

Li gor rojnama Hindustan Times; wezareta hewageriya sîvîl ya Hindistanê li gor pêşdeçûnên nû biryarên nû sitend. Wezaretê ragihand ku 24 balafirgehên ku wê heya 10ê Gulanê girtî bimana, wexta wan heya 15ê Gulanê dirêj kir.

Biryara wezaretê balafirgehên li bajarên wekî Chandigarh, Srinagar, Amritsar, Ludhiana, Bhuntar, Kishangarh, Patiala, Shimla, Jaisalmer, Pathankot, Jammu, Bikaner, Leh û Porbander ê 24 balafirgehan dixe nav xwe.

Şîrketa seferên hewayî ya Air India di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku Şîrket xeberê daye ofîsên xwe yên li balafirgehan û seferên bo Jammu, Srinagar, Leh, Jodhpur, Amritsar, Chandigarh, Bhuj, Jamnagar û Rajkotê heya 15ê Gulanê betal kirine.

Şîrketa Indigo di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku seferên bo balafirgehên bajarên Srinagar, Jammu, Amritsar, Leh, Chandigarh, Dharamsala, Bikaner, Rajkot, Jodhpur û Kishangarhê betal kiriye.

Navbera Hindistanê û Pakistanê li ser êrîşa 22yê Nîsanê ku li Hindistanê 26 geştiyar hatibû kuştin, nexweş bûbû û Hindistanê ji êrîşan Pakistanê berpirs girtibû.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.