Hûsî bi fuzeya Hipersonîk li balafirgeha Tel Avîvê xist

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku bi fuzeya hipersonik ya balistik li balafirgeha Îsraîlê ya Ben Gurionê xistine. Hûsî gotin ku bi serkeftin li hedefê xistine û bi milyonan însan ketine ciyên xweparastinê.
Berdevkê Hûsiyan yê leşkerî Yahya Seri di ser platforma medyayê de li ser mijarê ragihandinê kir. Seri ragihand ku yekîneya fuzeyan ya artêşa Hûsiyan bi balistik fuzeyê ya hipersonik li hedefa navborî xistine.
Di derbareyê zerar û ziyana can û malî de ti agahî nehat dayîn.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




