Putin li ser hevdîtina li Alaskayê de cara ewilî bi fermî axifî: “Gelek bi fêde bû”

Putin li ser hevdîtina li Alaskayê de cara ewilî bi fermî axifî: “Gelek bi fêde bû”

PeyamaKurd – Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li ser hevdîtina bi serokê DYAyê Trump re ya ku li Alaskayê kirin raveyan kir. Putin got ku hevdîtin di wextê xwe de û gelek bi fêde bû û xalên ku li serê hûr xeber dane, ji bo çareseriya krîza Ûkraynayê ya adilane bûn.

Putin, raveyên xwe di wexta ku bi xebatkarên serokatiyê, wezîr û ji beşên cuda yên hukumeta Rûsyayê re hevdîtinan kir weha got:

“Dixwazim ewilî bêjim ku hevdîtin di wexta xwe de hat kirin û gelek bi fêde derbas bû. Hema em li ser temamê sehayên hevkariya xwe axifîn lê tişta em li serê bêhtir rawestiyan; li ser çareseriya adilane ya krîza Ûkraynayê bû.”

Hevdîtina li Alaskayê de ya ku li baregeha leşkerî ya Elmendorf-Richardsonê de hat kirin, dema bi Putin re di ereba taybet ya Trump de diçûn baregehê, her dû lîder li ser mijaran axifîn û paşî ji her terefê bi tevlîbûna sê kesan li baregehê dewam kirin. Hevdîtin 3 seet dewam kir.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.