Hakan fidan di rêya telefonê de bi Sergey Lavrov re axifî

Hakan fidan di rêya telefonê de bi Sergey Lavrov re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi hemkarê xwe yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de behsa civîna Alaskayê ya di navbera Trump û Putin de kirin.

Hakan Fidan ji Lavrov re got ku ji bo şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bi dawî bibe, bi tevlîbûna Ûkraynayê re dibe bigihê aştiyeka mayînde û di mijarê de çi bikeve ser milê Tirkiyê, amade ne ku destekê bidinê.

Di nûçê de, behsa mijarên din yên li ser wan axifîne nehat kirin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.