Mesrûr Barzanî: Mamostayên Kurdistanê di avakirina nifşên nû de xwedî roleke mezin in

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 63yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Îro, 15ê Gulana 2025an, Mesrûr Barzanî bi boneya 63yemîn salvegera Yekitiya Mamostayên Kurdistanê peyamek belav kir û got:
“Ez pîrozbahiyê li serok, endamên buroya sekreteriyetê û hemû mamostayên Kurdistanê dikim, û ji bo wan serkeftinê dixwazim.”
Mesrûr Barzanî tekez kir ku xebat û keda Yekitiya Mamostayên Kurdistanê ji bo parastina maf û daxwazên mamostayan gelekî bi nirx e. Wî got:
“Em spasiya mamostayên Kurdistanê dikin, ku bi rola xwe ya girîng di perwerdekirina nifşên nû de, bingeha civakeke xurt datînin.”
Her weha, wî hêviya xwe anî ziman ku mamostayên Kurdistanê li ser bingeha perwerdeyeke bi kalîte û bi ruhê niştimanperwerî, nifşekî afirîner, zana û jîr perwerde bikin, da ku di pêşxistina Herêma Kurdistanê de bibin xwedî bandoreke erênî.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.





