Serokwezîrê Spanyayê: Em bi Îsraîlê re bazirganiyê nakin

Serokwezîrê Spanyayê: Em bi Îsraîlê re bazirganiyê nakin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser Îsraîlê got, "Em bi dewleteke qirker re bazirganiyê nakin."

Sanchez bersiv da şîroveyên Gabriel Rufian, berdevkê Çepa Komarî ya Katalonyayê (ERC) li Parlamentoya Spanyayê, ku hikûmeta hevpeymaniyê ya çepgir a hindikahî ya Spanyayê bi bazirganiya çekan bi Îsraîlê re tawanbar kir.

Herwiha got, "Em bi dewleteke jenosîdkar re bazirganiyê nakin." Sanchez diyar kir ku îdiayên ku dibêjin ew li hember êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê bêdeng mane ne rast in.

Li Spanyayê, ERC ya opozîsyonê, Podemos ya çepgir û EH Bildu ya Baskê, tevî hemû daxuyaniyên ku ji aliyê hikûmet û Serokwezîr Sanchez ve hatine dayîn, nemaze di hefteya dawî de, hikûmetê bi berdewamiya bazirganiya çekan bi Îsraîlê re tawanbar dikin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.