Sîstema elektronîk ya çûn û derketina herêma Schengenê di 12ê Êlûnê de destpêdike

Sîstema elektronîk ya çûn û derketina herêma Schengenê di 12ê Êlûnê de destpêdike

PeyamaKurd – Sîstema elektronîk ya çûn û derketina ji herêma Schengenê an ku ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê di 12ê Êlûnê de destpêdike. Armanca sîstemê berlêgirtina koçberên bê vîza ne da nekevin welatên YEyê.

Ji 12ê Êlûnê û pê de kesên ji derveyê welatên YEyê herin nav YEyê, wê bên qeydkirin û her weha derketina wan ya ji YE jî. Wê sîstem heya 6 mehan ast bi ast bixebite û paşî wê li temamê deriyên sînoran bikeve nav xebatê.

Wê bi vê sîstema EESê, kesên seredana YEyê bikin û ne hemwelatiyên YEyê bin, çûn û derketina wan ziyaretvanan, agahiyên pasaportên wan, şopa tiliyên wan û dîmenên wan wê dîjîtal bên qeydkirin.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.