25 koçberên Kurd li Lîbyayê hatin rizgarkirin

25 koçberên Kurd li Lîbyayê hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - Ofîsa Karûbarên Derve ragihand ku 25 koçberên din ên Kurd ji Lîbyayê dê werin rizgarkirin û vegerin Herêma Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Karûbarên Derve, amadekariyên vegerandina 25 ciwanên rizgarkirî bo Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Şêwirmendê Ofîsa Karûbarên Derve ya Herêma Kurdistanê Selîm Paşa diyar kir ku pirsgirêka herî mezin di vegera van ciwanan de nebûna pasaportan e û qaçaxçiyan bi desteserkirina pasaportên wan rê li ber vegera wan digirin.

Paşa got, "Bi hevrêziya Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê, me karî pasaportên transît ji wan re peyda bikin. Tenê tiştê ku maye ev e ku bilêtên balafirê ji bo 25 ciwanan werin peyda kirin. Em hêvî dikin ku ew di zûtirîn demê de vegerin Herêma Kurdistanê."

Selîm Paşa herwiha destnîşan kir ku çend roj berê, bi hevrêziya Wezareta Karûbarên Derve ya Lîbyayê û Balyozxaneya Iraqê, şeş ciwan ji zindana li Lîbyayê hatin berdan û vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.