Fuad Huseyîn bi hevpîşeyên xwe yên Îranî û Tirk re civiya

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn li Qeterê bi hevpîşeyên xwe yên Îranî û Tirkî re bi awayekî cuda civiya.
Wezîr Huseyîn di çarçoveya Civîna Bilind a Hevbeş a Awarte ya Civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) û Lîga Erebî de, roja Yekşemê 14ê Îlona 2025an li Dohaya Qeterê, bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî re civiya. Di civînê de, têkiliyên dualî yên di navbera Bexda û Tehranê de û geşedanên herêmî yên giştî hatin nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Huseyîn pêşniyar kir ku li New Yorkê di navbera welatên Kendavê, Iraq û Îranê de, wekî beşek ji civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), civînek hevbeş were lidarxistin da ku têkilî, diyalog û hevrêziya herêmî xurt bibin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Wezîr Huseyîn êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê şermezar kir û ew gefê li ewlehiya herêmî dixwe.
Herwiha hate ragihandin ku Fuad Huseyîn bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya da ku têkiliyên dualî yên di navbera Bexda û Enqerê de û mijara avê nîqaş bike.
Di civînê de geşedanên li herêmê hatin nirxandin.





