Îsraîl: "31,000 efser û leşker pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijîn"

Îsraîl: "31,000 efser û leşker pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijîn"

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku 31,000 efser û leşker pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijîn.

Wezareta Parastinê piştrast kir ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 20,000 leşkerên din birîndar bûne.

Wezaretê diyar kir, "31,000 efser û leşker pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijîn, û rewşa wan tê şopandin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 20,000 efser û leşker birîndar bûne. Her meh 1,000 serlêdanên nû ji bo naskirina birîndariyê ji leşker û efseran têne zêdekirin."

Hat destnîşankirin ku 99 efser û leşker ji ber wendakirina lingan dermankirinê dibînin û 16 efser û leşker bi tevahî felc bûne.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.