Hukumeta Sûriyê ji bo Suweydayê plana alîkariyê ragihand

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand ku wê bi desteka DYAyê û Urdinê ya di dezgeyên Neteweyên Yekgirtî de û bi alîkariya dezgeyên wan yên hevpar, alîkariya mirovî û ya tenduristiyê bigihîne herêma Suweydayê.
Hukumet plan dike ku Komîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Navdewletî dawet bike Sûriyê û ji bo kesên îhlala mafên mirovan yên ser sîvîlan kirine, di derbarê wan de lêpirsînê bide destpêkirin.
Hem tê gotin ku wê hukumeta ji bo avakirina hêzên ewlehiyê yên cîh û hem ji bo bi pêkhateyan re lihev kirinê bike, wê pêngavan bavêje.
Hukumet di derbarê bi desteka ku di rêya DYA û Urdinê de piştî bûyerên li Suweydayê li ser nexşerêya ku li hev kirine, daxwuyanî da.
Hukumet wê Komîsyona navborî dawet bike, wê gumanbaran derxin ber darazê, kesên ku mafên sîvîlan îhlal kirine û dest danîne ser mulkên xelkê, wê di derbarê wan de kiryarên qanûnî destpêbikin.
Ji bo alîkariya mirovî û tenduristiyê bigihînin Suweydayê, ji bo ji nûh de li bajêr tesîsa dezgeyan bibe, wê xebat dewam bikin û di vê pêvajoyê de desteka darayî wê ji aliyê destekvanên navdewletî de yên bexşandinê de bêkirin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê ewlehiya navbera Suweyda-Şamê ji aliyê hêzên navxwe de bê temîn kirin, wê çekdarên din ji herêmê vekişin û di çarçova peymana Ummanê de hêzên polîsan yên perwerdekirî cîh bigrin.
Wê xebata kesên revandî û yên girtî ji bo serbest berdana wan û ya guherandinê, ji bo lezê bidin van xebatan, wê xebata Komîta Xaça Sor ji aliyê sê dewletan de bê destekkirin.
Gundên zerarê dîne û ji bo ji nûh de mulkên wan ava bikin, dê plan bên ragihandin û di van xebatan de wê Urdin û Amerîka destekê bide.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê hukumeta Sûriyê ji bo yekîtiyê, piraniyê, wekehevî û desthilata hûqûqê bibe, di esas da netew xwurt bibe û ji bo nefretê bi dawîbikin wê pêngavan bavêjin.
Wê eşîrên Bedewî û bineciyên Suweydayê bi koordinasyona hukumeta Sûriyê dawet bikin da hevdîtinên lihevkirinê bikin, wê ji bo demên kurt û dirêj ji bo nîzamekî ewlehiyê û îdarî ava bikin, wê bi hevre pêngavên hevpar bavêjin, wê hêza polîs ya xwecîh ava bikin, wê dezgeyên sîvîl bixebitin û plan dikin ku ji temamê pêkhateyan meclisa bajêr ava bikin.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




