Rêvebiriya Efrînê ragihand ku temamê hêz û dezgeyên Tirkiyê ji Efrînê vekişiyane

PeyamaKurd – Rêvebiriya Efrînê beşa çapemeniyê ya hukumeta Sûriyê ji bo Rûdawê ragihandiye ku temamê hêz û dezgeyên Tirkiyê yên li Efrînê û navçên wê; îstîxbarat, parêzgeh, hêzên taybet, cendirme, hêzên têkoşîna bi terorê re û polîs ji navenda bajêr û navçên wê bi temamî vekişiyane.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku dibistanên wekî Ezher Efrin û Faysal Kadur vala kirine. Bargehên Tirkiyê yên li Efrînê bi temamî vala kirine û dê teslîmê xwediyên wan bikin. Dibistana taybet ya Ezher Efrin jî wê teslîmê xwediyê wê Adnan Rahim bikin.
Di derbarê baregehên leşkerî yên di derveyê bajêr de hat gotin ku tenê di 4 gundan de 3 an 4 baregeh mane.
Dê ev baregeh jî di çarçova li ser bingeha peymana navbera Sûriyê û Tirkiyê de, di plana bicîhkirina ji nûh de dê bên valakirin.
Artêşa Tirkiyê di 20.01.2018an de bi Artêşa Azad ya Sûriyê (SMO) re û grûbên bi Tirkiyê ve girêdayî re avêtibûn ser Efrînê ku Efrîn wê wextê di bin destê HSDê de bû.
Di 18ê Aadara 2018an de Efrîn ketibû destê Tirkiyê bi taybetî bi desteka Rûsyayê.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




