Kirmanşan | 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li melayekî Kurd hat birrîn

Kirmanşan | 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li melayekî Kurd hat birrîn

PeyamaKurd – 8ê Îlona 2025an,  Dadgeha Taybet a oldaran a li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, cezayê 5 sal zindanê û 6 mehên zindana yên bipaşvexistinê li Ayet Xulamî, melayê Kurd û pêşnimêjê berê yê Mizgefta "Mihemed El-Mistefa" sepand.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, duh, roja Duşemê 8ê Îlona 2025an, Dadgeha Pêdaçûnê ya Taybet a Mamosteyên Olî, cezayê 5 sal zindanê û 6 mehên zindanê yên bipaşvexistinê li mela Ayet Xulamî birî.

Hat ragihandin ku mela Xulamî berê di 24ê Gulana 2025an de ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ya Hemedanê ve bi 2 sal zindana bipaşvexistinê hatibû mehkûmkirin. Tomatên ku li dijî wî hatibûn kirin ev in: "propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê," "belavkirina naverokên derewîn," "teşwîqkirina raya giştî" û "heqareta li Hezretî Fatimeyê".

Ev melayê Kurd di 23yê Nîsana 2025an de piştî ku ji bo şaxa Dadgeha Taybet a Mamosteyan a Kirmaşanê hatibû vexwendin, hatibû girtin.

Hengawê bi bîr xist ku melayê mezheb Sune di 9ê Tîrmeha 2024an de, piştî vexwendina beşa "Parastina Navendî" ya mamosteyên olî li Kirmaşanê, bi biryara vê saziya ewlehiyê ji pêşnimêjî û çalakiyên li mizgeftê hatibû dûrxistin.

Demeke kin piştî qedexekirina çalakiyan, wî di vîdeoyekê de nerazîbûna xwe li hemberî cezayên li ser xwe nîşan da û ragihand ku berê jê re hatibû gotin ku divê hemû ders û civînên Mizgefta "Mihemed El-Mistefa" di bin çavdêriya îmamên din bên birêvebirin ku ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatine destnîşankirin.

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.