Îsraîlê sînyala berfirehkirina şerê Xezzeyê da!

Îsraîlê sînyala berfirehkirina şerê Xezzeyê da!

PeyamaKurd – Îsraîlê ragihand ku ji roja Şemiyê ve dest bi gazîkirina bi hezaran leşkerên xwe yên yedek kiriye.

Ev gav piştî wê yekê hat ku Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir roja Înê planeke ji bo zêdekirina operasyonên li Xezzeyê pêşkêşî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz kir.

Televîzyona giştî KAN 11 ragihand, plan ku tê payîn roja Yekşemê ji aliyê Kabîneya Ewlekariyê ve were pejirandin, derxistina sivîlên Filistînî ji navenda û bakurê Xezzeyê û dijwartirkirina operasyonên li dijî Hamasê li wir pêşbînî dike.

Foruma Malbatên Rehîneyan û Kesên Wenda, komek ji malbatên girtiyên Îsraîlî yên li Xezzeyê ne, roja Şemiyê daxuyaniyek weşand û li dijî zêdebûna şer derket:

Piraniya civaka Îsraîlê vegera rehîneyan wekî pêşîniya herî girîng a exlaqî ya neteweyê dibîne.

 
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.