Merasîma duaya niştimanî bi beşdariya Serok Barzanî tê lidarxistin

Merasîma duaya niştimanî bi beşdariya Serok Barzanî tê lidarxistin

PeyamaKurd – Di merasîma duaya niştimanî ya ku bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî li Hewlêra paytext hat lidarxistin de wê ji bo Kurdistanê dua bên kirin.

Di civînê de Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek berpirs û parlamenterên Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê û nûnerên hikûmetên Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn beşdar bûn.

Li Hewlêra paytext ji bo Cejna Neteweyî ya Duayê merasima duaya niştimanî tê lidarxistin.

Di vê merasima ku wê ji 23 heta 25 Nîsanê bi duruşmeya “Ber bi yekrêziya baweriyê ve” were lidarxistin, wê duayan ji bo Herêma Kurdistanê bikin ku bibe herêmeke ewle ji bo hemû pêkhateyên olî û etnîkî û mînakeke geş a pêkvejiyana aştiyane li cîhanê.

 
 
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.