Ji Wezîrê Fransî daxuyaniya hevdîtina ligel Mezlûm Ebdî: Divê hemû mafên Kurdan...

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya. Barrot di hevdîtinê de got, "Ev 10 sal in em bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin."
Derbarê civîna ku Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî amade bû de, Jean-Noel Barrot civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Barrot got, "Ev 10 sal in em bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin. Divê di qonaxa veguhastinê ya Sûriyeyê de hemû maf û berjewendiyên Kurdan li ber çavan bên girtin."
Hêjayî gotinê ye Jean-Noel Barrot doh hat Hewlêrê û beriya Mezlûm Ebdî bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Jean-Noel Barrot û Serok Mesûd Barzanî di civînê de tekezî li ser serkeftina hewlên danûstandin, navbeynkarî û yekîtiya di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de kirin.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




