Di erdheja Stenbolê de 151 kes birîndar bûn: Wê dibistan 2 rojan girtî bin

Di erdheja Stenbolê de 151 kes birîndar bûn: Wê dibistan 2 rojan girtî bin

PeyamaKurd – Piştî erdheja îro 23yê Nîsanê ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bi hêza 6,2yan rû da, tevî erdhejên paşgoyî lêgerînên qadê jî berdewam dikin.

Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di encama erdhejê de ti zanyariyên hilweşîna xaniyan û mirinan nehatine ber destê wan.

Herwiha parêzgariyê da zanîn ku di encama ketina ji cihên bilind de, 151 kes birîndar bûne û li nexweşxaneyan têne dermankirin. Hate diyarkirin ku metirsiya jiyanî li ser birîndaran tune ye.

Herwiha ji bo karmendên xwedî zarok jî li Stenbolê ji bo sibe bêhnvedan hate dayîn.

Li aliyê din Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn jî ragihand ku ji ber erdhejê li Stenbolê 2 rojan wê dibistan girtî bin.

Tekîn diyar kir, ji ber pêwîstiya qadên ewle biryara girtina dibistanan hatiye dayîn ku welatiyên ji ber erdhejê ji malên xwe derketine li baxçeyên dibistanan bi cih bibin.

Li gorî biryara nû li hemû dibistanên Stenbolê rojên pêncşem û înê bêhnvedana fermî ye û kesên ku nikarin ji tirsa erdhejê bikevin malên xwe dikarin biçin baxçeyên dibistanan.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.