Erdheja Stenbolê: Bi milyonan welatî daketin kuçeyan

Erdheja Stenbolê: Bi milyonan welatî daketin kuçeyan

PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ku nêzî 5 milyon Kurd jî lê dijîn, îro 23yê Nîsanê li pey hev erdhejên tund çêbûn. Piştî demjimêr 12:00ê nîvro navenda wan li nav Deryaya Marmara û navçeyên Silivrî û Buyukçekmece yên Stenbolê, erdhejên bi pileyên ji 4.0 heta 6.2 pileyan rû dan.

Piştî erdheja mezin a bi hêza 6.2yan bi milyonan welatiyên Stenbolê daketin kolan û kuçeyan û li parkên nav bajêr kom bûn. Li gorî zanyariyan erdhejên paşkoyî hîn jî berdewam dikin.

Berpirsên hikûmeta Tirkiyê, parêzgarî û şaredariyên Stenbolê piştî erdhejan navendên krîzî damezrandin. Hişyarî bo xelkê bajêr hatiye dayîn ku ji ber metirsiya berdewam a erdhejan derbasî nav malên xwe nebin.

Heta niha ti agahiyên canî û madî li ser wan erdhejên bûne sedema tirs û panîkeke mezin li Stenbolê nehatine belavkirin.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.