Li Siwêdayê şer û pevçûn di navbera komên çekdar û Durziyan de derket

Li Siwêdayê şer û pevçûn di navbera komên çekdar û Durziyan de derket

PeyamaKurd – Tê ragihandin ku li bejahiya Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Li gorî çavkaniyên cuda yên li welêt, komên çekdar bi hawanan bajarê Derayê hedef girtin û bi Durziyan re şer kirin.

Parêzgarê Suweydayê Mistefa Bakir, piştrast kir ku di navbera rayedar û keşîşên Durzî de peymanek hatiye çêkirin û peyman ketiye meriyetê.

Bakir ji El Arabiya re got, "Polîs û karmendên ewlehiya navxweyî yên berê yên li parêzgehê di tu binpêkirinan de beşdar nebûne, ew ê berpirsiyarê misogerkirina ewlehiya herêmê bin."

 
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.