Korêya Bakur dema tetbîqata Amerîka û Koreya Başûr 2 fuzeyên nû ceriband

Korêya Bakur dema tetbîqata Amerîka û Koreya Başûr 2 fuzeyên nû ceriband

PeyamaKurd- Koreya Bakur, 2 moşekên nû yên parastina asmanî hatine pêşxistin, di bin çavdêriya Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un de ceriband.

Ev gav piştî tedbîqata leşkerî ya Amerîka û Koreya Başûr hat ku wekî hişyarî hate nirxandin.

Amerîka û Koreya Başûr li herêmê tetbîqata xwe ya hevbeş a bi navê "Ulchi Mertalê Azadî" didomînin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Koreya Bakur, ceribandina 2 fuzeyên nû yên parastina asmanî bi serkeftî qediya. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ceribandinên hatine kirin nîşan dan ku sîstemên moşekên nû di bersivdana lezgîn a li hember armancên curbicur ên asmanî de xwedî şiyanên şer ên bilind in û mekanîzmayên xebata moşekan li ser teknolojiyeke bêhempa û taybet hatine avakirin."

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.