Îsraîlê bîlançoya heta niha ya şerê Xezeyê eşkere kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê ve 899 efser û leşkerên wan can dane û 6 hezar û 210 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir, ji destpêka şerê Xezeyê yê 7ê Cotmeha 2023an dest pê kiriye ve, 899 efser û leşker hatin kuştin, 455 jî di êrîşên bejahî yên nava Şerîda Xezeyê de hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka şer ve 6 hezar û 210 efser û leşker birîndar bûne, ji wan hezar û 477 birînên wan giran in.
Herwiha artêşê diyar kir ku 167 leşker têne dermankirin, ji wan 165 di rewşa navîn an jî xeter de ne. Artêşa Îsraîlê da zanîn, ji destpêka şer ve 78 leşker bi guleyên hevalên xwe yan jî qezayên êrîşan hatine kuştin û 1998 jî birîndar bûne.
Artêşê doh 23yê Tebaxê ragihandibû ku efser Uri Gerlitz (20) ê ji bajarokê Meitar ê Îsraîlê hatiye kuştin. Uri Gerlitz serkirdeyê koma "Shamson" a lîwaya Kifêr re, di teqîna mayîneke artêşa Îsraîlê li Xezeyê de hat kuştin.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




