Netanyahû: Armanca me ya sereke nehiştina Hemasê ye

PeyamaKurd- Piştî ji nû ve destpêkirina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû îro 5ê Tebaxê ragihand, “Ji bo ku em piştrast bibin ku êdî Xeze li ser welatê me nabe gef û hemû rehîne dê bên azadkirin, divê em Hamasê nehêlin.”
Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz jî got, "Şikestina Hamasê li Xezeyê û afirandina şert û mercan ji bo vegerandina rehîneyan armanca me ya sereke ya şerê Xezeyê ye. Ji bo vê yekê jî, em ê hemû hewlan bidin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, medya Îsraîlê doh bi zarê Netanyahû ragihand ku biryar hatiye dayîn operasyonên leşkerî li dijî Hamasê berfireh bikin û heta ku tevahiya Xezeyê dagir neke, şerê li dijî Tevgera Hemasê bidawî neyîne.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




