Li Çînê vîrusa Chikungunya hat tespîtkirin: Dermanê wê nîne

PeyamaKurd- Li Eyaleta Guangdong a Çînê, vîruseke nû ya bi navê Chikungunya ku bi rêya mêşan derbas dibe, belav bûye. Li gorî agahiyên dawî, hejmara kesên ku bi vê vîrusê ketine, ji 7 hezaran derbas kiriye.
Piraniya bûyeran li bajarê Foshan hatine dîtin. Li ser zêdebûna tûşbûyan Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên ku diçin Çînê û ji wan xwest ku baldartir bin.
Vîrusa Chikungunya çi ye?
Vîrusa Chikungunya, bi gelemperî bi gezkirina mêşên enfeksiyonî belav dibe. Nexweşî bi tayekî bilind û êşên giran ên movikan dest pê dike. Piştî gezkirinê, nîşanên nexweşiyê bi qasî 4-8 rojan derdikevin holê. Êşa movikan, nîşaneya herî eşkere ya vê nexweşiyê ye û li hin kesan dikare bi hefteyan, mehan an jî bi salan berdewam bike. Her wiha serêş, êşa masûlkeyan, westîn, dilrabûn û sorbûna çerm jî di nav nîşaneyên din de cih digirin. Her çend kêm caran bibe sedema mirinê jî, ji ber êşên giran dikare kalîteya jiyanê bi cidî xirab bike.
Dermanê wê tune ye
Ji bo nexweşiya Chikungunya dermanekî taybet nîne. Ji bo naskirina nexweşiyê testên xwînê têne kirin. Tedawiya wê bi giranî li ser kêmkirina tayê û êşan e. Herwiha ji nexweşan tê xwestin ku gelek avê vexwin û bêhna xwe bidin. Vîrusa Chikungunya cara yekem di sala 1952yan de li Tanzanyayê hatibû tespîtkirin û niha li zêdetirî 110 welatan belav bûye, bi taybetî li Afrîka, Asyaya Başûr-rojhilat û herêma Pasîfîkê.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.





