Tirkiye | Bi fermî ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’ hate avakirin

PeyamaKurd- Di civîna yekem a Parlamentoya Tirkiyê ya bo komîsyona çareseriya pirsa Kurd û çekberdana PKKê de biryar hat dayîn ku navê komîsyonê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” be.
Navê komîsyonê bi dengê endamên partiyên siyasî yên komîsyonê hate pejirandin.
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin ku îro civîna xwe ya yekem li dar xist.
Di civînê de navê wê wekî “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” hat destnîşankirin.
Komîsyona ku bi înîsiyatîfa Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş hatiye avakirin, ji 48 parlamenteran pêk tê.
Di komîsyonê de ji bilî ÎYÎ Partiyê nûnerên partiyên siyasî yên CHP, AK Parti, DEM Partî, Yenî Yol û MHP tê de cih digirin.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




