Mirovekî di encama munaqeşê de, di balkonê de 2 hevalên xwe kuşt

PeyamaKurd – Li Derya Reş li bajarê Samsunê li navça Salıpazarıyê di balkona malê de 3 heval munaqeşe kirin û kesê bi navê Erol A. (41) bi demançê li hevalên xwe yên bi navên Taner Deniz (30) û Tarık Acar (34) xist û wan kuşt.
Bûyer do seet di 21.00an de qewimî. Piştî hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku Tarık Acar û Taner Deniz can dane.
Piştî demekî, Erol A., bi demança ku li hevalên xwe xistibû ve, çû baregeha asayîşa Terme û got ku ew 2 kesan kuştiye.
Polîs Erol A. teslîmê cendirmeyan kir û piştî cendrime îfadên wî sitendin, ew şandin edliyê, dadgehê.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




