Li Nisêbînê TIR wergeriya û ajotvan tê de şewitî

Li Nisêbînê TIR wergeriya û ajotvan tê de şewitî

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê ajotvanê TIRekî desthilata ereba xwe wenda kir û TIR wergeriya. Piştî wergerandinê agir bi motora wê ket û şewat destpêkir.

Ajotvanê TIRê Mehmet Çiftçi (50) di ereba xwe de asê ma û di nav agir de can da.

Bûyer, seet di 20.30an de li gundê Odabaşı çêbû. Dema tîmên îtfaiyê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, agirê TIRê vemirandin lê dîtin ku Mehmet Çiftçi di erebê de şewitiye.

Cenazê Çiftçi birin mirga nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.