Di zîndanên Tebrîz, Kerec û Aligudarz de 5 kesan îdam kirin

PeyamaKurd – Daraza Îranê di zîndanên Tebrîz, Kerec û Aligudarz de 5 kesan îdam kir. Kesên îdam kirine; Hesam Moloudi, Matin Şahbazzade, Enayat Samsari, Mohammad Abakhti û Mohammad Parsa ne.
Weka sûcên ku daraza Îranê ji wan re kiriye babetên darazê; kuştin û maddeyên hişbir in. Li gor rêxistina Hengawê; roja 4ê Tebaxê di zîndana Tebrîzê de 3 mehkûman îdam kirine.
Kesên hatine îdam kirin Azerî ne û navên wan Hesam Moloudi (29), Matin Şahbazzade û Enayat Samsari (36) in.
Di 3ê Tebaxê de di zîndana Kerec de, kesê Tehranî yê bi navê Muhammed Abakhti hat îdamkirin. Hengawê berê ragihandibû ku di heman roj û zîndanê de 3 mehkûmên Kurd jî hatibûn îdamkirin.
Li eyaleta Loristanê jî, berê Lorê bi navê Muhammed Parsa di zîndana Aligudarz de di 22yê Temmûzê de hatibû îdam kirin.
Hat gotin ku Parsa ji ber kuştinê hatiye îdamkirin.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




