Mezlûm Ebdî: Em ê di civîna Parîsê de gelek mijaran nîqaş bikin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî diyar kir ku civîna li Parîsê dê li ser yekîtîya Kurdan, têkilîyên bi Şamê re, şerê li dijî DAIŞê û pêvajoya çareseriya siyasî be. Ebdî bal kişand ser agirbesta çar mehan a bi Tirkiyeyê re û tekezî li ser çareserîyeke mayînde kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku di civîna ku biryar e li Parîsê were lidarxistin, dê çend mijarên sereke werin nîqaşkirin, di nav wan de yekîtiya Kurdan, têkiliyên bi Tirkiyeyê re, şerê li dijî DAIŞê û pêvajoya çareseriya siyasî.
Ebdî her weha diyar kir ku biryarên Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurdan dê bi hikûmeta Şamê re werin nîqaşkirin.
"Konferansa Kurdan îradeya gelê Kurd bû"
Mezlûm Ebdî tekez kir ku "Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurd" a ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, îradeya kolektîf a gelê Kurd temsîl dike û diyar kir ku hemû partiyên Kurdî beşdarî konferansê bûne û biryarên hatine girtin ji bo hemû beşên civakê girêdar in. Ebdî her weha got,
"Encamên konferansê bê guman dê bi hikûmeta Şamê re werin nîqaşkirin. Lê belê, nîqaşên cidî li ser vê mijarê hîn dest pê nekirine."
Ebdî diyar kir ku ji bo hevdîtinên bi Şamê re derbarê pirsgirêka Kurd de şandeyek hatiye avakirin, lê ev hevdîtin hîn pêk nehatine. Ebdî got, "Em bawer dikin ku piştî hevdîtinên li Parîsê, hevdîtinên li ser pirsgirêka Kurd jî dê werin plankirin." û da zanîn ku divê hevdîtinên bi Şamê re bi awayekî werin kirin ku mafên gelê Kurd biparêze.
"Civîna Parîsê kêliya dawî hat bipaşxistin"
Fermandarê Giştî yê HSDyê ragihand ku civîna ku di 25ê Tîrmehê de li Parîsê hatibû plankirin, di kêliya dawî de hat bipaşxistin. Ebdî diyar kir ku Fransayê bi fermî biryara bipaşxistinê ji wî re ragihandiye û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot telefonî wî kiriye da ku jê re bêje ku aliyê Şamê ji ber pêşketinên li Siwêdayê daxwaza paşxistinê kiriye.
Ebdî got, "Amadekariyên me temam bûn. Aliyên Fransî û Amerîkî jî şaş bûn û xemgîniya xwe anîn ziman. Hewldan hene ku civîn di zûtirîn demê de were lidarxistin." Û diyar kir ku dîrokeke nû hatiye destnîşankirin lê nexwest eşkere bike bê ka kengî ye.
"Rojeva civînê: rêvebirî, petrol, perwerde, destûr"
Mezlûm Ebdî diyar kir ku rojeva hevdîtinên li Parîsê mijarên wekî pêkhateya îdarî ya Rojavayê Kurdistanê, parastina sînor, deriyên sînor, petrol û entegrebûna HDSyê dihewîne. Her weha diyar kir ku mijarên pratîkî yên wekî beşdarbûna di Parlamentoya Sûriyeyê û komîteyên nivîsandina destûrê de, naskirina pergala perwerdehiyê û fermîkirina dîploman jî dê werin nîqaşkirin.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku di çar mehên borî de di pevçûnên bi Tirkiyeyê re aramiyek çêbûye û di vê heyamê de êrîş rawestiyane. Wî got,
"Ev pêşketineke erênî ye. Di navbera me û Tirkiyeyê de hin rêyên ragihandinê hatine vekirin. Hêzên navneteweyî wekî navbeynkar tevgeriyane. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bibe sedema agirbestek mayînde."
Ebdî diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re amade ne û got, "Pirsgirêka herêmên dagirkirî heye. Divê çareseriyek ji bo vegera gelê me bo Efrîn û Serêkaniyê were dîtin. Em amade ne ku ji bo avakirina baweriyê gavan bavêjin."
Şerê li dijî DAIŞê berdewam dike
Ebdî diyar kir ku şerê HSDyê li dijî DAIŞê berdewam dike û tevî guhertina cihê hevpeymaniya navneteweyî jî, di karê wan de tu astengî çênebûye. Wî got, "Amerîkayê bi Şamê re têkilî danî û dixwaze Şam tev li vî şerî bibe. Em bi eşkereyî piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Wek HSDyê, em bi salan e vê şerî dimeşînin."
Di dawiyê de, Mezlûm Ebdî tekez kir ku têkiliyên HSDyê bi hêzên navneteweyî re ne tenê di asta leşkerî de, lê di heman demê de di asta siyasî de jî bi pêş ketine û got,
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin."Hebûna nûnerên Fransa û DYAyê di civînên ku me de ku me bi Şamê re li dar xistin girîngiya siyasî hildigire. Em bawer dikin ku ev pêvajo dê di qada siyasî de hîn kûrtir bibe."





