Asayîşa Rojava rastî êrîşa 'komeke terorîst' hat: 3 birîndar hene

Asayîşa Rojava rastî êrîşa 'komeke terorîst' hat: 3 birîndar hene

PeyamaKurd- Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku îro saet di 13:00ê li bajarokê Ebrîha yê Dêrazorê “komeke terorîst” êrîşî otomobîleke hêzan wan kiriye.

Hate diyarkirin ku êrîşkarên li motorsîklêtekê siwar bûbûn, bi çekên otomatîk gule li erbeyeke hêzên wan reşandine û di encamê de 3 endamên wan birîndar bûne.

Fermandariyê eşkere kir, “Piştî êrîşa terorîstî, hêzên me seferber bûn, dewriyeyên hevbeş ava kirin û ber bi cihê êrîşê ve çûn û dest bi operasyonên berfireh ên şopandinê kir.”

Herwiha hate gotin: “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelê xwe yê li Dêrazorê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re piştrast dikin ku em ê erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê bidomînin, êrîşên terorîstî yên bi vî rengî dê me ji şopandina kesên ku cesaret dike gefê li ewlehiya herêmên me û ewlehiya gelê me bixwe, dûr nexin.”

Di daxuyaniyê de nehat diyarkirin bê êrîşkar DAIŞî ne yan jî komeke din a çekdar in.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.