Serfermandarê Îsraîlê planên êrîşên Xezzeyê pêşkêşî Netanyahu kir

Serfermandarê Îsraîlê planên êrîşên Xezzeyê pêşkêşî Netanyahu kir

PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamîr tê gotin ku vebijarkên ji bo berdewamiya êrîşên li ser Xezzeyê pêşkêşî Serokwezîr Benjamin Netanyahu kiriye.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê derbarê civîna ewlehiyê ya sê saetî ya teng a Netanyahu bi rayedarên payebilind ên ewlehiyê re daxuyaniyek weşand.

Hat diyarkirin ku Serfermandarê Îsraîlê Zamîr vebijarkên ji bo berdewamiya êrîşên li ser Xezzeyê pêşkêşî hikûmetê kiriye.

Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê amade ye ku her biryara kabîneya ewlehiyê ya derbarê berdewamiya êrîşên li ser Xezzeyê de bi cîh bîne.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Netanyahu û herwiha Wezîrê Parastinê Yisrael Katz, Wezîrê Karûbarên Stratejîk Ron Dermer û Serfermandarê Giştî Eyal Zamîr ku nerazîbûna xwe ya li hember dagirkirina tevahiya Xezzeyê diyar kiriye, beşdarî civînê bûne.

Çavkaniyek Îsraîlî ya ku ji rewşê agahdar e, bi televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN re axivî û got ku Netanyahu ber bi dagirkirina tevahî ya Xezzeyê ve meyldar e.

Hatibû îdiakirin ku Serfermandarê Giştî Zamîr li dijî plana dagirkirina tevahiya Xezzeyê derketiye.

Hat ragihandin ku ofîsa Netanyahu peyamek ji Zamir re şandiye û tê de gotiye, "Heke plana dagirkirina tevahiya Xezzeyê ji te re ne guncaw be, divê tu îstifa bikî."

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.