Norwêc bi nirxê 695 milyon dolaran sîstema berevaniya asmanî dide Ukraynayê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store ragihand ku ew ê sîstemeke parastina asmanî bi nirxê nêzîkî 7 milyar kronê Norwêcî (695 milyon dolarê Amerîkî) bidin Ukraynayê.
Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê sîstemeke berevaniya asmanî ya bi qasî 7 milyar kronên Norwêcî (695 milyon dolarên Amerîkî) pêşkêşî Ukraynayê bikin û got, "Em û Almanya, niha kar dikin ku Ukrayna sîstemên parastina asmanî yên xurt bistîne. Almanya û Norwêc ji nêz ve bi hev re dixebitin da ku piştgiriyê bidin têkoşîna Ukraynayê ya ji bo parastina welatê xwe û parastina sivîlan ji êrîşên esmanî yên Rûsyayê."
Hate diyarkirin ku wê sîstemên parastina asmanî ji aliyê Almanya ve bo Ukraynayê bên radestkirin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




