Serokwezîrê Lubnanê pêşwaziya şanda Amerîkî kir

Serokwezîrê Lubnanê pêşwaziya şanda Amerîkî kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Lubnanê Nevvaf Selam, pêşwaziya Şêwirmendê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê Morgan Ortagos, û Balyoza Amerîkayê Lisa Johnson, ligel Balyoz Tom Barak kir.

Balyoz Barak ji bo şehîdbûna leşkerên başûrê welat, ku hefteya borî hatibûn kuştin sersaxî da û pesnê biryarên dawî yên hikûmetê da. Di civînê de, serokwezîr tekez kir ku "biryarên Encûmena Wezîran li ser bingeha berjewendiyên herî bilind ên neteweyî ne" û herwiha diyar kir ku divê aliyê Amerîkî berpirsyariya xwe ya ji bo rawestandina dijminatiyên Îsraîlê bide ser xwe.

Herwiha, Nevvaf anî ziman ku "pêşîniya me ew e ku em hêzên çekdar ên Lubnanê ji aliyê madî û alavên leşkerî ve xurt bikin da ku ew karibin erkên xwe bi cih bînin." Di heman çarçoveyê de, wî bal kişand ser "girîngiya nûkirina erkên UNIFIL’ê, ji ber rola wan a di misogerkirina aramiya herêmê û piştgiriya artêşê de ji bo berfirehkirina desthilatdariya dewletê li başûr." Di vê navberê de, serokwezîrê Lubnanê "bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo piştgiriya ji bo avakirina Lubnanê û başkirina aboriya wê, konferansekê li dar bixin."

Herdu aliyan her wiha pêşhatên li Sûriyê jî gotûbêj kirin û girîngiya parastina yekîtiya welêt û geşkirina aramiyê anîn ziman. Ew her du alî jî tekez li ser hevkariyên hevpar kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî û pêşdebirina aştî û aramiya herêmî.

Lîna Reşîd - Lubnan

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.