Sûdanî li Koşka Serokomariya Tirkiyê ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê û li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ve hat pêşwazîkirin. Piştre, Sûdanî li Koşka Serokkomariyê bi merasîmeke fermî ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Bazirganiyê Bolat di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê de diyar kir ku di bin serokatiya Erdogan û Sûdanî de dê civînên dualî û di navbera heyetan de bên lidarxistin.
Bolat got: "Ez bawer im ev civîn dê beşdariyeke girîng bikin ji bo bipêşvebirina pêwendiyên Tirkiye-Îraqê yên ku di van salên dawî de di warên siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de bilez geş dibin."
Bolat herwiha da zanîn, armanca wan gihîştina qewareya bazirganiya dualî ya 30 milyar dolarî ye û got ku her du welat dê bi biryardarî berdewam bin li ser zêdekirina veberhênanên hevbeş û xurtkirina pêwendiyên xwe bi Projeya Rêya Geşepêdanê û deriyên nû yên sînorî. Bolat, hêvî kir ku ev serdan dê ji bo pêwendiyên her du welatan pêşketineke baş bi xwe re bîne.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




