Li girtîgehên Îranê 2 Kurd û kesekî Tehranî hatin îdamkirin

Li girtîgehên Îranê 2 Kurd û kesekî Tehranî hatin îdamkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dadgehên rejîma Îranê, 2 welatiyên Kurd û hemwelatiyekî xelkê bajarê Têhranê ji aliyê rêjîma Îranê li girtîgehên “Zencan û Kerec” bidarve kirin.

Li gorî ragihandina Hengawê, roja Çarşemê girtiyekî Kurd ê bi navê “Rûhullah Muradiyanî”, xelkê bajarê Kûhdeştê ser bi parêzgeha Luristanê ku 5 salan berî niha bi tohmetên madeyên hişber hatibûn girtin û hemwelatiyekî din ê xelkê bajarê Têhranê yê bi navê Mazyar Kerîmî bi tohmeta kuştina bi zanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rejîmê li bajarê Kerecê hatin bidarvekirin.

Dîsa girtiyekî Kurd ê bi navê “Hesen Mîrzayî”, xelkê bajarê Kengawerê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku 4 sal berî niha bi tohmetên madeyên hişber ji aliyê dadgeha rejîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin roja Yekşema borî li girtîgeha bajarê Zencanê hate bidarvekirin.

Hêjayî gotinê ye, saziyên pêwendîdar ên rejîma Îranê bidarvekirina wan girtiyan belav nekiriye.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.