Pêşmergeyên hevpar bi rêya Hejmara Min alîkarî wergirtin

Pêşmergeyên hevpar bi rêya Hejmara Min alîkarî wergirtin

PeyamaKurd - Alîkarîya Hevpeymanan a ji bo meha Nîsanê li ser hejmara Bankê ya Pêşmergeyên lîwayên hevpar hat zêdekirin û bi rêya projeya Hejmara Min alîkariyan werdigirin.

Projeya Hejmara Min îro 8ê Gulanê ragihand, alîkariyên Hevpeymanan bi rêya projeya Hejmara Min li ser hejmarên zêdetirî 55.000 Pêşmergeyên lîwayên hevpar hatiye zêdekirin.

Hate diyarkirin, nêzî 84% ya Pêşmergeyên lîwayên hevpar bi rêya projeya Hejmara Min alîkariyên hevpeymanan wergirtin, herwiha meh bi meh rêjeya tomarkirina mûçexuran li wê projeyê zêdetir dibe.

Wezareta Pêşmerge beriya niha dabû xuyakirin, “Piştî ku alîkariyên hêzên Hevpeymanan ji bo Pêşmergeyan li ser hejamra Wezareta Pêşmerge hatin zêdekirin, Birêveberiya Giştî ya Budce û Bernameyan (Jimêryariya Serbazî) rêkarên wan ên darayî û jimêryarî temam kirine. Ji bo vê meremê jî, alîkariyên Hevpeymanan ji bo meha Nîsanê îro (Pêncşem, 08.05.2025) tên parvekirin.”

Herwiha wezaretê eşkere kiribû, “Niha zêdetirî 56 hezar Pêşmerge û efserên girêdayî Wezareta Pêşmerge bi rêya pirojeya Hejamra Min alîkariyên Hevepymanan werdigirin.”

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.