Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 96 girtî bi dar ve kirin: 25 ji wan Kurd in

Rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 96 girtî bi dar ve kirin: 25 ji wan Kurd in

PeyamaKurd – Li gorî Hengawê, di Tîrmeha îsal de 96 girtî li girtîgehên rejîma Îranê hatine bidarvekirin, ku ji Tîrmeha 2024an (55 bidarvekirin) %74.5 zêdetir bûye.

Hengawê diyar kir ku ji van 96 girtiyan, nasnameya 90 kesan eşkere ye, lê ya 6 kesan eşkere nebûye. 

Bidarvekirinên siyasî û yên jinan

2 girtiyên siyasî (Mehdî Hesenî, Bêhrûz Îslamlû) bi dizî hatine bidarvekirin. 3 jin (Atife Emînî, Nahîd Cewkar, Mehtab Beyatinî) bi tohmeta "kuştina biqest" û "madeyên hişbir" hatine bidarvekirin.

Rapora Hengawê diyar dike ku ji van 96 kesan, 25 kes girtiyên Kurd in ku li gorî Tîrmeha sala 2024an (%26) zêdetir bûye. 9 girtî Belûç in û rêjeya bidarvekirina wan jî li gorî par (%9.4) zêdetir bûye. Her weha girtiyên din jî ji civakên din.

Tohmetên bidarvekirinê

Di meha bihurî de rejîma Îranê herî pir bi tohmeta "madeyên hişbir" girtî bi dar ve kirine ku 46 kes bi vê tohmetê hatine bidarvekirin. Di rêza duyem de "kuştina biqest" tê, ku 43 girtî pê hatine bidarvekirin û 2 girtiyên siyasî jî hatine bidarvekirin.

 

 

 

Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.