Li Ranyayê jinek di avê de xeniqî

PeyamaKurd – Şeva borî Ranyayê, li devera bi navê Ser Siyan jinek di avê de xeniqî.
Hat ragihandin ku Tîmên Berevaniya Sivîl a Raperînê hê jî li cendekê wê digerin.
Berdevkê Berevaniya Sivîl a Raperînê Elî Qadir di daxuyaniyekê de ragihand: “Jinek li devera Ser Siyan xeniqiye. Hêzên ewlehiyê û tîmên me yên berevaniya sivîl li cîhê bûyerê ne û lêgerîna cendekêwê didomînin.”
Li gorî zanyariyên ku BasNewsê bidest xistine, jina xeniqî bi navê Dalya ye, zewicî ye, xwedî zarok e û xelkê gundê Memendawe yê ser bi bajarokê Bingirdê ve ye.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.





