Wê Bexda petrola Kurdistanê teslîm bistîne

Wê Bexda petrola Kurdistanê teslîm bistîne

PeyamaKurd – Rêvebiriya Bexdayê qebûl kir ku petrola Kurdistanê teslîm bistîne. Encumena wezîran ya Bexdayê di civîna xwe de biryarê da ku rojane 80 hezar bermîl (varêl)petrola Kurdistanê tslîm bistîne.

Ji ber êrîşên dronan niha li Herêma Kurdistanê rojane 130 hezar varêl petrol dertê û ji vê petrolê 50 hezar varêl wê ji bo pêdiviya navxwe ya Kurdistanê dê bête serfkirin û 80 hezar varêl jî wê teslîmê Bexdayê bikin.

Ji Rûdawê peyamnêr Helkewt Aziz ji Bexdayê ragihandiye ku îro di civîna kabîna Bexdayê de, ne tenê li ser petrola Kurdistanê lê li ser mehaneyên memûrên Kurdistanê jî encamên erênî derketine.

Li ser mijara petrola Kurdistanê wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani di civînê de behsa raporên teknîkî yên Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye:

"Şiyana hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê niha 130 hezar varêl e. 50 hezar varêlên wê, dê ji bo Kurdistanê bê bikaranîn û em weke Bexda amade ne ku rojane 80 hezar varêlên din ji wan teslîm bistînin.”

Di civînê de wezîrê darayî yê Iraqê Tayf Sami ragişhandiye ku ji ber ferqa sîstema darayî ya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rapora di derbarê dahata Herêma Kurdistanê de ne amade ye. Li ser vê gotina wezîr, serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani ji bo rapora temam bikin hefteyekî wext da wan.

Di roja Sêşema hefta bê de, wê di civînê de ji bo şandina mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê, biryara dawiyê bidin.

Di derbarê rapora li ser êrîşên ser sehayên petrolê yên Herêma Kurdistanê heya niha lêpirsîn û lêkolîna wan encan nedaye.

Weka tê fêmkirin, ew kes an grûbên ku bi dronan êrîş dibin ser petrola Herêma Kurdistanê, bê şerm, bi awayekî fermî carna diçin seredana Herêma Kurdistanê jî û her weka ku ew ne xwediyên wan kiriyaran bin, tevdigerin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.