Tayip Erdoğan di reya telefonê de bi Şahbaz Şerîf re axifî

Tayip Erdoğan di reya telefonê de bi Şahbaz Şerîf re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf re axifî. Erdoğan li ser şerê navbera Pakistanê û Hindistanê ji Şerîf re got:

“ Em siyaseta Pakistanê di vê pêvajoya ku xwe radigre û bi hezir tevdigere destek dikin. Tirkiye ji bo şer zêde nebe ji dest çi were amade ye bike. Wê di mijarê de têkiliyên dîplomatîk dewam bikin.”

Di axaftinê de dijberiya navbeta Hindistan û Pakistanê, êrîşa ku di 6ê Gulanê de hat kirin û mijarên rojane hatin axaftin. Erdoğan piştgiriya xwe bo tewrê Pakistanê ragihand û di êrîşa Hindistanê de, Pakistaniyên ku can dane ji wan re ji Xwedê rehmetê û ji birîndaran re şîfayê xwest.

Erdoğan ragihand ku tewrê Pakistanê yê li ser êrîşa terorî ya li Hindistanê bû, ku di êrîşê de 26 geştiyar miribûn û 20 kes birîndar bûbûn, tewrê Pakistanê rast dibîne ji ber Pakistan ji Hindistanê daxwaz kiribû ku komîsyonekî bê teref û zelal ya navdewletî bê avakirin da lêpirsîna mijarê bikin.

Hindistanê, li ser êrîşa terorê ya li devera Pahalgamê ku Pakistanê jê berpirs digirt, di 6ê Gulanê de an ku do bi fuzeyan li devera Azad Keşmîrê xist û di pey lêdana bi fuzeyan ya li 9 hedefan, Hindistanê got ku wan li çavkaniya terorê xistiye lê ne li artêşa Pakistanê.

Pakistanê ragihand ku di êrîşa fuzeyî ya Hindistanê de li 6 hedefan xistine û 26 kes jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Pakistanê got ku di êrîşên Hindistanê de 5 balafirên Hindistanê xistine lê ev xeber hêj ji aliyê Hindistanê de nehatiye piştraskirin.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.