Serok Barzanî û Berpirsê YEyê li ser Kurdên Sûriyê û pêvajoya li bakur axivîn

Serok Barzanî û Berpirsê YEyê li ser Kurdên Sûriyê û pêvajoya li bakur axivîn

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Gulanê bi Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê Radu Butum re civiya.

Baregeha Barzanî derbarê civînê de ragihand: “Di hevdîtinê de, Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, ligel amajedana bi seqamgîrî û geşepêdana Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêmê û navendên fermî û nefermî yên Herêma Kurdistanê de, kurteyek ji nêrîna Yekîtiya Ewropayê beramber Herêma Kurdistanê ji Serok Barzanî re pêşkêş kir. ”

Butum got, Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide hebûna aramî û pêşveçûna zêdetir a Herêma Kurdistanê û geşepêdana aborî û xweşguzeraniya welatiyan.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên navçeyê û paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û herwiha proseya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê hatin guftûgokirin.

Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê rola Serok Barzanî di yekxistina nêrîna aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û herwiha alîkarîdana proseya çareseriya aştiyane ya Tirkiyeyê bilind nirxand.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.