Trump: Îran bernameya ya nukleerî nade kontrolkirin

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump nîgeraniyên xwe derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de anî ziman û hişyarî da eger Îran dest bi hilberîna çekên nukleerî bike, ev yek dê bibe pirsgirêkek cidî.
Trump, di axaftina xwe ya li balafira Air Force Oneê de ji CNNê re ragihand ku her çend çalakiyên nukleerî yên Îranê bi awayekî mayînde hatine astengkirin jî, dibe ku Îran bernameya xwe li cihekî dinbide destpêkirin.
Trump destnîşan kir ku Îran teftîşên navneteweyî yên bernameya xwe ya nukleerî qebûl nake û dev ji dewlemendkirina ûranyûmê bernade.
Wî got, "Em ê nehêlin ku ev yek çêbibe," û anî ziman ku mijara Îranê dê di civîna wî ya hefteya bê de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû re were nîqaşkirin.
Ev daxuyanî piştî êrîşên 22yê Hezîrana 2025an yên Amerîkayê li ser tesîsên nukleerî yên Îranê (Fordo, Natanz û Îsfahan) tê. Îranê ragihandibû ku dê bersivekê bide van êrîşan, lê li gorî Trump, êrîşeke Îranê ya li dijî baregeheke Amerîkî li Qatarê qels bû û zirarên girîng nedît.
Herweha, Îranê bi biryara parlamentoya xwe, têkiliyên xwe bi Ajansa Navneteweyî ya Vejîna Atomê (UAEA) re qut kiriye û teftîşên navneteweyî red dike, ku ev yek weke nîşaneyeke veşartina çalakiyên nukleerî tê dîtin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî diyar kir ku tu plan ji bo hevdîtinên rasterast bi Amerîkayê re nînin, ku ev yek alozbûna rewşê zêdetir dike.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.