Yekîtiya Ewropayê kota danî ser hawirdekirina zadê Ukraynayê

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE) di polîtîkaya xwe ya piştgiriya Ukraynayê de guhertin pêk anî û cardin kota danî ser hawirdekirina berhemên çandiniyê yên ji Ukraynayê tên.
Ji sala 2022yan vir ve cara yekem e ku YE li ser berhemên Ukraynayê kota datîne. Di sala 2022’an de, ji bo piştgiriya li dijî dagirkeriya Rûsyayê, bacên gumrikê û kotayên li ser van berheman hatibûn rakirin.
Parlamentoya YEyê bi fermî kotayên li ser hawirdekirina berhemên çandiniyê yên Ukraynayê careke din xist meriyetê. Bi vê biryarê re, siyaseta bazirganiya azad a tam-kapasîte ku ji bo piştgiriya aboriya Ukraynayê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Li gorî pergala kotayê ya nû, berhemên çandiniyê yên wekî mirîşk, şekir, hêk û genim ên ji Ukraynayê tên, tenê di çarçoveya kotayeke diyar de dê mafê têketina bêgumrik û bi tercîh hebe. Ger ev kota derbas bibe, bacên gumrikê yên standard dê dîsa werin sepandin.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




