Cenazên 22 Kurdên Êzîdî yên ku IŞİDê wan qetil kiribû wê li Şengalê bispêrin axê

PeyamaKurd – Cenazên 22 Kurdên Êzîdî ku ji aliyê IŞİDê de hatibûn qetilkirin, piştî testên wan yên DNAyê hat kirin, cenazên wan dê bibin Şengalê. Wê cenazên wan sibê bi merasim bên definkirin. Rayedarek ji heyeta civandina delîl û lêpirsînê ya Duhokê got:
“Li dora 7 salaye ku tenê cenazen 318 Kurdên Êzîdî birine Şengalê.”
Ji heyeta civandina delîl û lêpirsînê Albay Şakir Mahmud ji bo Rûdawê weha ragihandiye:
“Ji sala 2018an heya niha ji bo testa DNAyê bikin 760 cenaze ji Şengalê şandine Bexdayê. Ji wan cenazeyan kesên nasnama wan tesbît kirin, bi 7 qefleyan cenazên wan paşde anîn.
Kesên ku wê sibê cenazên wan bi merasim bên definkirin, piraniya wan ji gundên Koço, Hardan û ji deverên Telkasab û Telbenatê ne.
Cenazên wan îro gihandin Tiba Edlî ya Mûsilê û dê sibê seet di 09.00an de li Şengalê bi merasim dê bên definkirin.”
Ev qefla cenazeyan ya 8em e ku wê sibê defin bikin. Qeflên cenazeyan heya niha ku hatine definkirin wehaye:
- 62 cenaze
- 42 cenaze
- 43 cenaze
- 55 cenaze
- 21 cenaze
- 41 cenaze
- 32 cenaze
- 22 cenaze (qefla sibê).
Heya niha hêjî li dora 3 hezar Kurdên Êzîdî yên wenda hene lê kes nizane bê wan şehîd kirine an di destê dijmin de sax in.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




