Mînîbusa ku karkerên demsale hildigirt wergeriya: 23 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navçaTutê ajotvanê mînîbusa ku karkerên demsale hildigirt, nêzî navçê desthilata mînîbusê ji destê wî derket û mînîbus wergeriya kenarê rê. Di qezayê de 23 kes birîndar bûn.
Qeza, ber destê êvarê qewimî. Kesên qezayê dîtin xeberê dan tîmên pêwendîdar. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Tutê û nexweşxana Lêkolînê û Perwerdê ya bajarê Semsûrê (Adıyaman).
Nehat ragihandin bê rewşa birîndaran çawaye lê li ser bûyerê lêpirsîn têkirin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




