Al-Monitor: Nûnerê Trump û Mezlûm Ebdî axivîn

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê Thomas Barrack bi rêya telefonê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî axivî.
Al-Monitorê belav kiriye ku Thomas Barrack doh 29ê Gulanê bi rêya pêwendiyeke telefonî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re axivîye û diyar kiriye ku wê Amerîkay piştgiriya HSDê bo şerê DAIŞê bidomîne.
Herwiha Barrack, Mezlûm Ebdî piştrast û teşwîq kiriye ku danûstandinên kêmkirina aloziyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera HSD û Tirkiyeyê dê berdewam bikin.
Li gorî nûçeyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê pêşniyar kiriye ku Hakan Fîdan an Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi Mezlûm Ebdî re li Şamê hevdîtinekê bike.
Ev hevdîtin piştî ku şandeya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya bi endamên Hikûmeta Sûriyeyê re bicive dê li Şamê pêk were.
Çavkaniyên ku nexwestine navê wan were eşkerekirin, gotine ku civîna di navbera Ebdî û rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê de li gorî encama danûstandinên li Şamê wê pêk were.
Ev nivîs 177 car hatiye xwendin.




